Hûn bi xêr hatin Dibistana Muzîkê ya Bochumê

Dibistana Muzîkê wargeheke cihêrengiyê ye. Jiber vê yekê em li vir bi Kurdî Dibistana Muzîkê û kar û barên ew pêşkêş dike, bo we berbiçav dikin.

Va ye kurtegotareke derbarê pêşniyar û agahdariyên girîng ên Dibistana Muzîkê. Her weha hûn dikarin tevahiya malperê bi nîşana Sprache ji rûpela destpêkê Kurdî wergerînin.

Dibistaneke Muzîkê ji bo her kesekî

Bochum -mîna kar û barên Dibistana Muzîkê ku pêşkêşî we dike- mezin û cihêreng e.
Li gelek deveran Dibistanên Muzîkê hene: Li navenda bajêr, li gelek taxên bajêr, li wargehên zarokan û li dibistanan.

Mamosteyên zîrek û kêrhatî li vê dibistanê ji bo her temen û her daxwaza cuda ji bo muzîkê, dersan didin.
Naveroka dersan li gorî pêdiviyên civaka me ya bajarî û cihêreng têne amadekirin.
Bername bi domdarî pêş ve dikeve. Formên hîdariyê yên maqûl, proje û kar û barên wê bi şêweyên  dijîtal têne berfirehkirin.

Ji bo dersên li Dibistana Muzîkê divê forma navnivîsandinê(Forma Qeydê) were dagirtin. Hema hema hemû ders û kar û barên têne pêkêşkirin bi dirav(pere) in, lê derfeta kêmkirina diravî heye.

Heke pirsên we hebin, hûn dê hemî kesên pêwendîdar li vir peyda bikin: „Kontakt

Dibistana Muzîkê bi beşdariya we dilxweş e!

Pêşniyariyên ji bo zarokên 6 mehî heta 6 salî

Mişkên Muzîkê û Cûceyên Muzîkê
Ji bo zarokên 6 mehî û heta 4 salî, zarok tevî beşdariya mezinan(dê û bav) muzîkê diceribînin. Ew awaz û dengan nas dikin, stranan fêr dibin. Beşdariya mezinan bi zarokên xwe re ji bo çêkirina muzîkê dibe sedema kelecaneke zêde.
Çend caran?: Di heftê de carek
Destpêk: Di adar û cotmehê de
Mesref: Mehê 24 Euro, kêmkirina diravî  mimkin e.
Agahiyên zêdetir û navnivîsandin di jêr „Mişkên Muzîkê”- „Musikmäuse“ an jî „Cûceyên Muzîkê “-„Musikwichtel“

Perwerdeya pêşwext ya muzîkê
Ji bo zarokên 4 heta 6 salî
Zarok bi perwerdeya pêşwext fêr dibin, bê ka muzîk bi hemî cihêrengiya xwe dikare çi deng û awazan derxîne. Zarok di nav komê de bi xwe bi govend, reqs û çêkirina muzîkê di muzîkê de çalak dibin. Ev ders di heman demê de zarokan ji bo dersên lêdana Alavên Muzîkê jî amade dikin.
Çend caran?:Di heftê de carek
Destpêk:Piştî Betlaneya Havînê
Mesref: Mehê 29 Euro, kêmkirina diravî mimkin e. Agahiyên zêdetir û navnivîsandin di jêr „Musikalische Früherziehung

Muzîk li Wargehên Zarokan
Dibistana Muzîkê li gelek deveran bi hevkariya Wargehên Zarokan(Kita) li cîhê cîh, dersan pêşkêş dike. Di van kursan de mamosteyên Dibistana Muzîkê tevî perwerdekarên Wargehên Zarokan di nav hevkariyeke bihêz de ne.
Çend caran?:Di heftê de carek
Destpêk:Piştî Betlaneya Havînê
Mesref: Bê dirav, an jî mehê 27 Euro, kêmkirina diravî mimkin e.
Navên Wargehên Zarokan ên ders li wan tê dayîn, agahiyên zêdetir û navnivîsandin di jêr „Kita & Musikschule“ an jî „EMU- Musik in der Kita

Pêşniyariyên ji bo her temenî

JeKits
Bernameya „bo her Zarokî’’-„ JeKits“-ê ya bi navê ji her zarokekî re amûrên muzîkê, reqs, stranbêjî li dibistanên seretayî yên Bochumê pêk tê. “ Dibistan dikarin bi xwe beşa amûran an jî ya stranbêjiyê hilbijêrin.
Di derssala yekemîn de hemî zarokên Dibistana Seretayî li gel hev rêgezên bingehîn ên muzîkî fêr dibin.
Çend caran?:Di heftê de carek, tevî hemî polê
Destpêk:Piştî Betlaneya Havînê
Mesref: Bê dirav.
Ji derssala 2. heta derssala 4. li Dibistana Seretayî, e ku bi giranî fêrî lêdena beşa amûran diken, zarok dikarin komik bi komik fêrî lêdana amûrekê bibin. Wekî din jî zarok di ji beşa orkestrayekê de bi hev re li amûran didin. Amûrên Muzîkê bê dirav di xizmeta zarokan de ne.
Li Dibistanên Seretayî yên bi giranî stranbêjiyê pêkêş dikin, stranbêjî ji pola 2.pê ve di Koma Muzîkê(koro) de tê meşandin.
Çend caran?: Di heftê de 1-2 car
Destpêk: Piştî Betlaneya Havînê’
Mesref: Mehane 26 Euro ji bo Alavên Muzîkê, 6,50 Euro ji bo Koma Muzîkê. Kêmkirina diravî mimkin e. Agahiyên zêdetir û navnivîsandin li jêra „bo her zarokî’-„JeKits

Dersa Stranbêjî û Amûran
Akordiyon an trombone, tembûr an keman, pîyano, ûd an oboe û gelekên dinê – Dibistana Muzîkê gelek amûran pêşkêş dike. Kesên ji stranbêjiyê hez dikin jî dê di Dersa Stranbêjiyê de, dersa li gorî xwe peyda bikin. Ders ji bo her temenî û bi gelek şêweyan mimkin e. Bi tena serê xwe, cot, an bi komikekê re- Dibistana Muzîkê dersan di odeyên(jûre) xwe de qenctirirîn şêweya hîndariyê pêşkêş dike. Di heman demê de piştî dibistan dest pê bike jî ders weke perwedeya dumahîk tê domandin.
Ji bo ewan kesên ku her hefte naxwazin beşdarî dersê bibin, FlexiCard azadiyeke bêsînor pêşkêş dike.
Çend caran?: Di heftê de carek
Destpêk: Di sale de bi kêmanî 4 caran dest pê dike Mesref: Bihayê dersan li gor şêweya dersê tê guhertin. Kêmkirina diravî mimkin e. Ji bo zarok û ciwanên heta 25 salî mesref ji 34-heta 92 Euroyan diguhire. Yên mezintir hinek zêdetir didin.
Agahiyên zêdetir û navnivîsandin li jêra „Amûrên Muzîkê û Stranbêjî’’-„Instrumente und Gesang

Hevkarî bi Dibistanên Navîn re
Dibistana Muzîkê di hin dibistanan de di çarçoveya mifredata dibistanê de, dersên lêdana amûran dide. Di dersên amûrên bitêl an jî yên pif wan tê kirin de, xwendekar weke komên mezin lêdana amûrekê bi hev re fêr dibin.
Çend caran?: Di heftê de 1-2 car
Destpêk: Piştî Betlana Havînê, yan jî 1-ê Sibatê
Mesref: Mehane 22 Euro, ji bo beşdariya di komikên biçûk de 34 Euro. Kêmkirina diravî mimkin e.
Agahiyên zêdetir û navnivîsandin li jêra „Hevkariyên ji pola 5. pê ve’’- „Kooperationen ab Klasse 5

Muzîka Dijîtal
Muzîka bi smartphonê, tablet û komputerê edî ji adetê têne qebûlkirin. Di kursê destpêkê yên cihêreng de agahiyên bingehîn têne fêrkirin û her kes dikare di Lab(aratuvar)a muzîkê de muzîkê hilberîne. Kursên nû bi gelemperî piştî Betalaneya Havînê dest pê dikin û ji bo evan kursan diravek tê dayîn.
Agahiyên zêdetir li jêra „Digitale Musik’’.

Modela Bochumê-Muzîk ji bo kesên astengdar
Çêkirina muzîkê ji bo kesên astengdar di nav pêşniyariyên standart ên Dibistana Muzîkê de ye. Hûn dikarin fêrî lêdana amûreke muzîkê bibin, an jî di komekê de bi hev re li lê bidin – gelek şêwe hene ku ji aliyê muzîkiyê ve çalak bin.
Çend caran?:Di heftê de 1-2 car
Destpêk: Kêmanî 4 destpêk di sale de Mesref: Mehane 24 Euro ji bo dersa lêdana amûrên muzîkê, ji bo komê 11 Euro, kêmkirina diravî mimkin e.
Agahiyên zêdetir li jêra „Bochumer Modell

Muzîkê di civakeke cihêreng de biceribînin

Kom, Komik û Koro
Lêxistina amûreke muzîkê an jî stranbêjî bi serê xwe xweş in, lê ev yek bi kesên dinê re hîn xweştir e. Lewma jî Dibistana Muzîkê ji bo çêkirina muzîkê bi şêweyeke hevbeş, zêdetirî 150 kom damezirandiye. Bi lêxistina amûreke muzîkê, bi dengê xwe her yek dê di Koroya Zarokan, di Koroya Amûrên Bitêl, di Koroya Navnetewî, di Koroya Amûrên pif wan tê kirin, di Bandoyekê de û di gelek komikên dinê de tişetk li gorî xwe peyda bike.
Hemî komên Dibistana Muzîkê bi şêweyeke rêkûpêk di konserên Dibistana Muzîkê û di konserên din ên ji xelkê re vekirî de, derdikevin ser dikê.
Çend caran?: Heftê carek
Destpêk: Her dem mimkin e Mesref: Ji bo şagirtên dersa Amûrên Muzîkê û Stranbêjiyê bê dirav, ji bo endamên dinê yên komê mehane 11 heta 14 Euroyan, kêmkirina diravî mimkin e.
Agahiyên zêdetir li jêra „Gemeinsam musizieren„.

Amûrên bi kirê
Dersa lêdana amûrên muzîkê, tenê heke amûreke meriv da ku meriv birêkûpêk bikaribe wê bikarbîne hebe, mimkin e. Ji bo dersên lêdana amûrên muzîkê, her amûr  dikare li gorî „bejna zarokan“ ji Dibistana Muzîkê bê kirêkirin.
Agahiyên zêdetir li jêra „Instrumente mieten„.

Navnivîsandin
Ji bo beşdariya dersên Dibistana Muzîkê, navnivîsandin pêwîst e. Divê navnivîsandin heta mimkin be di ser malperê û bi şêweyeke elektronîk pêk were „Anmeldeformulare„. Hûn dikarin ji Dibistana Muzîkê ya navçeyê jî forma navnivîsandinê werbigrin.

Mesref
Li gorî rêgezan, beşdariya dersên Dibistana Muzîkê bi dirav e. Bihayê beşdariyê li gorî forma dersê tê guhertin.
Hûn dikarin di lînka „Entgeltordnung“, de bibînin bê ji bo kîjan dersê çiqas dirav tê xwestin.
Kesên bi saya alîkariya civakî ya ji dazgehên cuda debara xwe dikin, dikarin ji kêmkirineke  ji %50 heta 100% sûd wergirin.
Hûn dikarin bi rêya E-Mailê, telefonê bi me re têkevin nav têkiliyê an jî  rasterast werin gel me û bi me re têkevin têkiliyê. Em dê wê demê karibin ji were bêjin, bê bihayê kîjan dersê çiqas e. Hûn dikarin ji vê lînkê navê kesên pêwendîdar û demên wan ên kar û xebatê bibînin „Ermäßigungen„.

Facebook û Instagram
Hûn her weha dikarin li ser Medyaya Civakî agahdariyên nûjen derbarê Dibistana Muzîkê de bibînin. Dibistana Muzîkê li ser Facebookê  an Instagramê bişopînin.